PeyamaKurd - NATOyê ragihand ku li Afganistanê leşkerekî Amerîkî û leşkerekî Romanyayî hatine kuştin.
Misyona Piştgiriya Biryardar a NATOyê li Afganistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Afganistanê leşkerekî Amerîkî û leşkerekî Romanyayî hatiye kuştin.
Di daxuyaniya NATOyê de hatiye gotin: “Li gorî polîtîkayên NATOyê dê hûrgiliyên bûyerê neyên eşkerekirin. Herwiha li gorî polîtîkayên berevaniya Amerîkayê pêşî dê malbata leşkeri û piştî wê bi 24 demjimêran dê nasnamaya wî leşkeri bê eşkerekirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin