PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro Duşemê ya rewşa vîrusa koronayê de ragihand, 839 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 10 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê eşkere kir, ji 839 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 217 kes li Hewlêrê, 223 kes li Silêmaniyê, 361 kes li Duhokê, 33 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Herwiha di nav 24 demjimêran de 10 kes ji ber nexweşiya koronayê mirine ku ew jî 2 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 2 jî li Germiyanê ne.
Wezaretê eşkere kir ku di 24 demjimêran de 352 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan gihîşt 120319 kesan, ya mirinan bû 3653 kes û heta niha 108835 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin