PeyamaKurd- Rojnama Amerîkayê The New York Times ragihand ku şîrketên serokê Amerîkayê yên Donald Trump di navbera salên 1985-1994an de, bi bihayê 1,17 mîlyar dolarî zerarê kiriye. Li gor rojnamê, rojname xwe gihandiye dokumanên şîrketên Trump yên wan salan û got bi wê sedemê Trump bacê nedaye dewletê.
Trump bi vê nûçeyê di ser hesabê xwe yê twitterê de, zorê da ser rojnamê û got ku rojname “nûçeyên derew” belav dike. Trump got ku di wan salan de şîrkletên ku bi emlakê bilî dibûn, xwe weka zerarê kirine nîşan didan û bi bankayan re diketin bazarê. Ew jî bo me weka sporê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin