Bijîskên Duhokê: Li duhokê hejmara pêketiyên Koronayê %60 kêm bûye

Bijîskên Duhokê: Li duhokê hejmara pêketiyên Koronayê %60 kêm bûye

PeyamaKurd – Her diçe hejmara pêketiyên Koronayê li Duhokê kêm dibin, herwiha kesên bi vîrûsê dikevin jî, nîşaneyên wan sivik in. Bijîşkên Duhokê didin zanîn, hejmara pêketiyên Koronayê %60 kêm bûye, lê ev nayê wateya Korona bi dawî bûye.

Li nexweşxaneyên Duhokê, nexweşên Koronayê her diçe kêmtir dibin û yên nexweşxaneyanin jî, li bendê ne ku baş bibin û vegerin mala xwe.

Her çiqas pêketin kêm bûbe jî, bijîşk destnîşan dikin, nabe Korona bi sivikî bê wergirtin, divê zêdetir pabendî rênimayên tendirustiyê û xweparêziyê bibin.

Parêzgeha Duhokê gelek caran  ji aliyê zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê ve li başûrê Kurdistanê, di rêza yekem de bû û nexweşxaneyên wê her dem tije bûn. Lê niha li ser valakirina wan nexweşxaneyan dixebitin û hewl didin ew nexweşxane beşên xwe yên berê yên asayî bidomînin.

Ji destpêka derketina vîrûsa Koronayê heta niha,  li sînorê parêzgeha Duhokê nêzîkî 34 hezar bi vîrûsa Koronayê ketine û 680 kesan can dane

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin