Rûsyayê karta koçberkirina Kurdan û guhertina etnîkî ji Tirkiyê re vekir!

Rûsyayê karta koçberkirina Kurdan û guhertina etnîkî ji Tirkiyê re vekir!

PeyamaKurd - Wezareta Bergiriya Rûsyayê karta koçberkirina Kurdan ji Efrînê ji Tirkiyê re vekir û ragihand, bi kêmanî 385 hezar kes ku piraniya wan Kurd in ji ber êrîşên Tirkiyê yên li sere Sûriyê ji malên xwe derketin.

Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ya li Sûriyê Oleg Juravlyov got: "Bi sedema ketina herêma Efrînê, ji aliyê Tirkiyê ve 250 hezar kes ku piraniya wan Kurd in neçar mane ji herêmê derkevin."

Juravlyov diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê li herêmên Kurdan ên ketiyê de, guhertineke etnîkî pêk aniye û herwiha Tirkmen li wan deveran bicih kirine.

Serokê Navenda Lihevanînê herwiha got ku daxuyanî û rexneyên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê yên fermandariya Rûsyayê ji gurbûna şerê Idlibê û koçberkirina bi milyonan kesan tawanbar dikin, bê bingeh in.

Rayedarê Wezareta Berevaniya Rûsyayê got: "Zanyariyên hatine tomarkirin piştrast dikin ku di vê dema dawî de, derdora 35 hezar niştecihên herêmê ji herêma şer derketine û derbasî axa Tirkiyê bûne (Malbatên çekdarên terorîst an ku Heyet Tehrîr El-Şam)"

Hêjayî bibîrxistinê ye bajarên Rojavayê Kurdistanê di serî de Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bi lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê, ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve hatibûn dagirkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin