Li Îzmîrê 64 girtî bi koronayê ketin

Li Îzmîrê 64 girtî bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê 64 girtî tûşî koronayê bûn. Odeya Bijîşkên Enqerê jî tûşbûna 169 karmendên tendirustiyê ragihand.

Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê di daxuyaniyekê de da zanîn, ku encamên pişkinîna 64 girtîyên li Zindana Bucayê pozîtîv derketine.

Ji alîkiyekî din ve Odeya Bijîşkên Enqerê jî sêyemîn raporta xwe ya li ser koronayê belav kir û diyar kir, ku heta niha li Enqerê 169 karmendên tendirustiyê bi COVID-19 ketine û kesekî jî canê xwe ji dest daye.

Li gorî amarên dawîn, hejmara qurbaniyên koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gihiştiye 2 hezar û 376 kesan û hejmara haletên tûşbûyî jî bûye 98 hezar û 674 kes.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin