Mesrûr Barzanî: Kurdistanê her dem pabendbûna xwe bi destûrê nîsan daye

Mesrûr Barzanî: Kurdistanê her dem pabendbûna xwe bi destûrê nîsan daye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 1ê Sibatê li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hickey û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, behsa rewşa Iraq û Rojhilata Navîn hat kirin û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin axaftin.

Balyozê Brîtanya got ku Brîtanya amade ye alîkariya Herêma Kurdistanê û Bexdayê bike da ku bigihin rêkeftina dadmend û demdirêj li ser bingeha Destûrê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser danûstandinên ligel Bexdayê da zanîn, Herêma Kurdistanê her dem pêbendbûna xwe ji bo Destûrê nîşan daye û her dem amade ye bi hikûmeta Iraqê re bigihe rêkeftinê.

Di civînê de herwiha behsa hilbijartinên Iraqê, rêkeftina Şingalê û derketina milîs û hêzên ne qanûnî ji Şingalê hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin