12 endamên DEAS ê hatin desteserkirin

12 endamên DEAS ê hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Tirkiyê her roj hinek DEAŞ î tên girtin lê balkêşe bê van DEAŞ iyan çawa hatine nava bajarên Tirkiyê û xwe bicîh kirine. Li Tirkiyê li bajarê Sakaryayê hêzêna sayîşê bo ser DEAŞ ê operasyon kirin û di encamê de 12 DEAŞ iyan girtin.

Operasyon ku di bin serpereştiya serdozgeriya bajêr de hat meşandin li navçeya Karasuyê û li Ankara dewam kir. Li Karasuyê 9 kes û li Ankara 3 kes hatin binçavkirin. Di nava girtiyan de yek ji wan ji Iraqê fermandarê ewlehiya hundir yê DEAŞ ê ye û her 11 kesên din jî Iraqî ne.

Her 12 DEAŞ î ji baregeha asayîşê hatin birin bo dadgehê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin