PeyamaKurd – Di 8 ê mehê de li payîtexta Afxanistanê Kabîlê bi erebeyekî bombekirî li ber dibistanekî teqîn hatibû kirin û di encamê de gelek kes miribûn. Berdevkê wezareta karên hundir yê Afxanistanê Tariq Ariyan ragihandibû ku di teqînê de 50 kes mirine û 100 kes birîndar bûne.
Lê piştî bûyerê, di nav 2 rojan de jimara miriyan gihaye 85 kesan û çapemeniya Afxanistanê dibêje ku jimara birîndaran gihaye 165 kesan.
Piştî teqînê gelek malbat li zarokên xwe geriyabûn lê mixabin wan nedîtibûn ku ev jî şiddeta teqînê nîşan dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin