PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro Duşemê ya rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 797 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê diyar kir, 797 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 247 kes li Hewlêrê, 307 kes li Silêmaniyê, 139 kes li Duhokê, 83 kes li Germiyanê û 21 kes li Raperînê ne.
Herwiha 11 kesên can dane jî 1 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokêû 1 kes li Raperînê ye û 879 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 161327 kesan, ya mirinan bû 4168 kes û ji destpêka pandemiyê heta niha 144740 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin