Bogdanov îro li Hewlêrê bi ENKSê re dicive

Bogdanov îro li Hewlêrê bi ENKSê re dicive

PeyamaKurd- Nûnerê Serokê Rûsyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Michail Bogdanov îro li Hewlêrê bi şandeke Encûmena Niştimaniya Kurd (ENKS) re dicive.

Li gor nûçeya Rûdawê, îro Pêncşemê 30ê Çile di duyemîn roja serdana xwe bo Herêma Kurdistanê de, Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mihail Bogdanov li bajarê Hewlêrê li gel Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê re hevdîtinê dike.

Endamê Komîteya Peywendyên Derve ya ENKSê, Ibrahîm Biro derbarê mijarê de ragihand, ew dê di civîna îro ya li gel Bogdanov de, Pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê, tevgera hêzên Rûsyayê li Rojhilatê Firatê û herwiha mijara nivîsandina Destûra Sûriyê gotûbêj bikin.

Mihail Bogdanov duh Çarşemê danê nîvro bi serdaneke du rojî gihîştibû Başûrê Kurdistanê. Di roja yekem a serdana xwe de, Bogdanov li gel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevdîtin pêk anîbûn

Li gor zanyariyên berdest, biryar e Bogdanov têkildarî serdana xwe ya bo Başûrê Kurdistanê, îro civîneke rojnamevaniyê li dar bixe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin