Nêçîrvan Barzanî û şandeya ENKSê li Hewlêrê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û şandeya ENKSê li Hewlêrê civiyan

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, şandeya Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) li Hewlêrê pêşwazî kir rewşa dawî ya Rojava û Sûriyeyê gotûbêj bikin.

 Li gorî daxuyaniya fermî ya Serokatiya Herêmê, di hevdîtinê de geşedanên siyasî, şert û mercên jiyanê yên li Rojava û encamên hilbijartinên dawî yên civata gel a Sûriyeyê hatin nirxandin.

Her du alî li ser parastina mafên rewa yên Kurdên li Sûriyeyê li hev kirin û Barzanî destnîşan kir ku ji bo çareseriyeke piralî û dabînkirina aramiyê, xurtkirina peywendî û hevkariyan ligel rêveberiya Şamê giring e daku Kurd di sazî û qadên siyasî yên dewletê de bi awayekî çalak cih bigirin.

Di civînê de her wiha metirsiya berdewam a DAIŞê û hevahengiya ewlehiyê ya li navçeyê hatin rojevê. Di vê çarçoveyê de, serdana Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Tom Barrack a ji bo Hewlêrê û hevdîtinên wî yên ligel Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî hatin nirxandin.

Şandeya ENKSê spasiya piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê kir û her du aliyan tekez kir ku ji bo rûbirûbûna terorê, divê diyaloga navxweyî ya aliyên siyasî yên Kurdî û hevkarî ligel hêzên navdewletî werin xurtkirin.