PeyamaKurd – Şeşemîn civîna Konseya Hevkariyê ya Asta Bilind a Tirkiye û Îranê, îro wê bi rêya vîdeokonferansê pêk were.
Bi serpereştiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî, îro Sêşemê 8ê Îlona 2020ê, şeşemîn civîna Konseya Hevkariyê ya Asta Bilind a Tirkiye û Îranê bi rêya vîdeokonferansê tê sazkirin.
Wê di civîna konseyê de, peywendiyên di navbera Tirkiye û Îranê, di hemû waran de bên gotûbêjkirin. Li gor daxuyaniya Serokkomariya Tirkiyê, dê di çarçoveya şewba Koronayê de, pêngavên bo zêdekirina hevkariya di navbera herdu welatan bên avêtin werin nirxandin de.
Herwiha di civînê de wê peywendiyên dualî, mijarên herêmî û navdewletî jî dê bên gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin