PeyamaKurd- Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş manîfestoya xwe ya hilbijartinê bi çapemeniyê re parve kir.
Selahattin Demirtaş got ku tenê HDP dikare AKP ji îqtîdarê daxê. Ku HDP, ne di nava projeyê de be, ti caran AKP ji îqtîdarê nakeve. Heke HDP bendê derbas bike û ez jî rayekî baş bistînim, êdî ji Erdogan û AKPê re oxir be.
Selahattin Demirtaş wiha got:
“Ku ez bibim serokomar, ez ê sîstema yek zilamiyê xilas bikim. Ez ê dijberî û rikberiyê xilas bikim û di cihê wê de alîkarî û xweşbîniyê deynim. Hemî aliyên civakê wê di îqtîdarê de cihê xwe bibînin. Ez ê hêza xwe bi her kesî re parve bikim.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin