Faysal B.Ferhan û Blinken civiyan

Faysal B.Ferhan û Blinken civiyan

PeyamaKurd – Wezîrên karên derve yên Erebistanê û Amerîkayê li Îtalyayê bo hevkariya li dijî Îranê lihev civiyan. Mijara hevdîtina wan li ser mudaxeleyên Îranê yên li herêmê xurtkirina hevkariyê û koordînasyonê ya her dû dewletan bû.

Ragihandin ji aliyê ajansa fermî ya Erebistanê SPA yê de hat kirin. Her dû wezîr di dema civîna G20 an de li bajarê Materayê ya Îtalyayê lihev civiyan.

Mijareka dinê ya civîna her dû wezîran, li ser Yemenê bû ku Îran li Yemenê destekê dide Hûsiyan û bo herêmê tehdîdan dikin.

Hûsî bi desteka Îranê gelek caran êrîşên fuzeyî û dronî dibin ser Erebistana Si’ûdiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin