PeyamaKurd – Di encama lehiyên ku ji ber barîna barana zêde di nav du rojên dawî de li çend bajarên bakurê Kurdistanê çêbûye de, li navçeya Elbakê ya Wanê zêdetirî 400 seriyên pez telef bûn.
Hat zanîn ku ji nişkave lehî rabûye û keriyên pez dane ber xwe ku ji bilî telefbûna zêdetirî 400 seriyên pez, ziyaneke mezin jî gihandiye zeviyên çandiniyê.
Li gorî zanyariyan, ziyana herî mezin gihîştiye gundê Dêrê yê navçeya Elbakê ku di navbera sînorên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de dimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin