PeyamaKurd - Hêzên Artêşa Îranê bi moşekan êrîşî binkeya El Esad ya Îraqê kir ku hêzên Amerîkî li wir dimînin. Wezareta Berevanî ya Amerîka piştrast kiribû ku Îranê bi zêdetirî10 moşekên balîstîk êriş biribû binkeyên Amerîkî yên li Îraqê.
Piştî êrîşan Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir.
Trump got, “Îranê bi moşekan êrîşê du binkeyên Amerîkî yên li îraqê kiri. Em niha li ser zirar û ziyanan tesbîtana dikin. Heya niha her tişt baş e. Li ser cîhanê bê nîqaş em xwediyê artêşeke xurt in. Ez ê sibe daxûyaniyekê bidim.”
Berîya peyama Trump, Wezîrê Derve Mike Pompeo û Wezîrê Berevanîyê Mark Esper ji bo nîrxandina rewşê çûn Koşka Sipî. Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence jî bi serokên partiyên di kongreyê de di nav peyewendiyê de ye.
Koşka Sipî dabû zanîn ku Serok Trump li ser êrîşên Îranê hatiye agahdar kirin û ew rewşa heyî ji nêz ve dişopîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin