Yek ji rêvebirên PKK Murat Karayilan, bi minasebeta kongreya 19. a KNK peyamek weşand. Li gor ANF radigihîne, Karayilan anîye zimên û gotiye: "Tirkîye ji bo temamê destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê têk bibe êrîşî Rojava kiriye".
Karayilan, di dewama peyama xwe de behsa berjewendîyên navnetewî kiriye û gotiye: " Tê xwestin ku gelê Kurd carek din ji bo berjewendîyên navnetewî bikin qurban. Lê wê vê carê biser nekevin. Halîhazir rewşa Tirkîye, Sûrîye, Îran û Iraqê ne zelal û kifş e. Şer didomin û kes nizane kengî wî dawî li şer bê. Ev yek ji bo me Kurdan hem fersendan û hem jî xeterîyan bi xwe re tîne. Bi taybet dewleta Tirk ji bo Kurd tiştekî bi dest nexin her rêyên kirêt bi kar tîne. Em baş zanin ku tenê yek stratejîya dewleta Tirk heye, ew jî ev e ku Kurdan qir bike û Kurdistanê ji bo berfirehkirina netewa Tirk bi kar bîne, Başûrê Kurdistanê jî di nav vê stratejîyê de ye ".
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin