PeyamaKurd – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, di çarçoveya operasyona li dijî rêxistina terorî ya DAIŞê de, 14 kesên ku biryara desteserkirina wan hatiye derxistin di hatin desteserkirin.
Li bajarê Stenbolê tîmên Rêveberiya Beşa Têkoşîna Dijî Terorê ya ser bi Asayîşa Stenbolê ve, bo girtina hinek tohmetbarên dê li ser navê DAIŞê çalakî bikirana, operasyonek dan destpêkirin. Di encamê de gelek kes hatin desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de bo girtina 14 kesên biyanî li Başakşehir, Esenler, Kuçukçekmece û Esenyurtê polîsan girtin ser 14 navnîşanan.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, di operasyonê de gelek gumanbar hatin girtin û polîsan dest danîn ser gelek belge û dokumentan û li asayîşê lêpirsîna ligel kesên desteserkirî berdewam e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin