PeyamaKurd- Piştî ku hat ragihandin ku hilbijartina Serokomariya Tirkiyê wê di 24ê Hezîrana 2018an çêbibe, berî her kesî rojnamevanê Kurd Levent Gultekin ji bo Serokomariya Tirkiyê namzetiya xwe eşkere kir!
Levent Gultekin daxuyaniya xwe bi vîdyoyekê li ser medyaya civakî kir. Gultekin di vîdyoyê de wiha got:
“Îqtîdarê biryara hilbijartina zû stand. Ev ne hilbijartin e, ev dizî ye. Îqtîdar welêt didize û ji xwe re dibe. Ku dibêje ez ê 24ê Hezîranê hilbijartinê bikim, wekî bêjî “min duh hilbijartin kir.” Yanî dibêje, tenê ez dikarim vî welatî bi rê ve bibim, ti kesî dî nikare. Divê em vê qebûl nekin. Mafê me hemiyan heye ku em hilbijêrin, werin hilbijartin û azad bijîn. Ev ji bo min berpirsiyariyek e. Ji ber vê yekê ez namzetiya xwe eşkere dikim.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin