PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê ragihand, ku me tomara dengên li ser kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi bi Amerîka û çar welatên dî re parve kir.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi daxuyaniyek da û ragihand, Tirkiyê tomara dengên li ser Kaşikçiyê ku li 2yê Cotmehê li Serkonsolosxaneya Erebistana Siûdiyê hatibû kuştin bi Erebistana Siûdî, Amerîka, Almanya, Fransa û Brîtanyayê re parve kir.
Beriya niha dihate gotin ku li ser kuştina Kaşikçi tomara deng bi meqamên Tirk re heye lê heta niha nehatibû teyîdkirin.
Serokkomar Erdogan diyar kir ku “wan tomara dengên li ser Kaşikçi bi Erebistana Siûdî, Amerîka, Almanya, Fransa û Brîtanyayê re parve kiriye. Axaftinên ku hatine kirin wan jî guhdarî kir, dizanin. Ne hewceye bi virve û wirve bê kişandin.”
Erdogan careke din bangewazî li rêveberiya Siûdiyê kir, ji bo bûyer bê zelal kirin divê kesên tawanbar bidine axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin