PeyamaKurd - Piştî êrîşên tolhildanê yên Amerîkayê li dijî êrîşên dawî yên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî yên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibûn, di saetên serê sibê de li Behrêyn û Kuweytê sîrenên êrîşa hewayî deng dan.
Tê ragihandin ku Îranê di bersiva êrîşên CENTCOMê de êrîşên bi dron û moşekan li ser Behrêyn û Kuweytê pêk aniye.
Wezareta Karên Hundir a Behrêynê, di daxuyaniyekê de li ser platforma xwe ya X got, "Sîren deng dan. Ji welatiyan û niştecihan tê xwestin ku aram bimînin û biçin herêma ewle ya herî nêzîk."
Wezaretê hûrguliyên derbarê sedema alarmê de parve nekir.
Li gorî Axios ku ji rayedarên Amerîkî vedibêje, artêşa Îranê wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) ber bi Behrêynê ve şandine.
Artêşa Kuweytê jî li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku pergalên wê yên parastina hewayî "li dijî êrîşên moşekî û UAV yên dijminane derketine."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Eger dengê teqînan were bihîstin, divê were fêmkirin ku ev di dema ku pergalên parastina hewayî pêşî li êrîşên dijmin digirtin de çêbûne," û ji raya giştî hat xwestin ku rêwerzên ewlehiyê yên rayedaran bişopînin.
Ev hişyarî yekser piştî ku artêşa Amerîkî ragihand ku pêlek nû ya êrîşan li dijî Îranê temam kiriye, hatin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku di bersiva êrîşên dawî yên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî yên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin de, zêdetirî 80 hedefên li Îranê hatine lêdan.
CENTCOM diyar kir ku êrîş "wek bersiveke tavilê ya êrîşên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî yên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin" hatine kirin.