Çîn kestiya Amerîkayê ji nav sînorê xwe derxist

Çîn kestiya Amerîkayê ji nav sînorê xwe derxist

PeyamaKurd – Keştiya Amerîkayê ya bi navê USS John S. McCain ya mûhrîp an ku ya cengê bi sedema bê îzin ketibû nav sînorê ava dewleta Çînê, ji aliyê Artêşa Rizgariya Gel ya Çînê de ji nav sînor hat dûrkirin. Li gor ragihandina nûçeyên Çînê; berdevkê fermandariya Tevgera Başûr ya Navendê albay Tien Cunli ragihand ku keştiya şer ya Amerîkayê bê îzin ketiye nav ava Girava Şişayê ya Çînê.

Tien, got ku tîmên xwe yên deryayî û hewayî şandine ciyê bûyerê, keştî hatiye şopandin û bo deverê terk bike hişyariyê dane keştiyê. Berdevk ragihand ku ev kiryara Amerîkayê binpêkirina hukumraniya Çînê ye.

Hêzên deryayî yên Amerîkayê jî mijarê weha ragihand:

“Keştiya muhrip ya USS John S. McCain ya Amerîkayê, di nav çarçoveya hûqûqa navdeletî de  nêzî Girav a Şişayê derbas bûye, mafê xwe yê seyrê û bihura serbest bikaraniye.”

Derya Başûrê Çîn ê û girava navborî ji sala 1947 heya niha di navbera Fîlîpîn, Vîetnam, Brûneî û Malezya de li ser desthilatiya deryayê pirsgirêkên hene dewam dikin. Çîn daxwaza %80 deryayê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin