Sandeya Amerîkî: Derketina Amerîkayê felaket e!

Sandeya Amerîkî: Derketina Amerîkayê felaket e!

PeyamaKurd- Senatorê Amerîkî yê partiya komarparêz Lindsey Grahan bajarê Rojavayê yê bi navê Minbicê ziyaret kir. Grahan li bajêr bi erkdarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re hinek civîn pêk anîn. Grahan got ku divê Amerîka ji herêmê dernekeve.

Wekî ku tê zanîn Minbic di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bûye sebeba gengeşiyê. Tirkiye dixwaze ku YPG û Endamên Konseya Leşkerî ji bajêr derkevin.

Grahan piştî hevdîtinên bi HSDê re got ku “Li gorî min ji bo Tirkiye bikeve nava vî bajarî de, ti sebebên hêja tune ne. Heke Amerîka ji vê derê derkeve, ev ê bibe felaketek.

Ji xeynî vê jî Graham ji erkdarên HSDê re got ku “Ji bo ku Trump alîkariya we bike, ez ê bi xwe jê re bibêjim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin