PeyamaKurd – Karmendekî Wezareta Pêşmerge, li gundekî bajarê Hewlêrê kuştî hat dîtin.
Wezareta Pêşmerge diyar kir, îro li gundê Pelkereş yê nahiya Dêgele ya Hewlêrê, karmendekî wan bi navê Ciwanro Kerîm Qadir, kuştî hat dîtin.
Wezareta Pêşmerge eşkere kiriye, Ciwanro Kerîm Qadir endamê tîma mûzîka serbazî bû.
Karmendê Wezareta Pêşmerge yê kuştî hat dîtin, xelkê bajarê Silêmaniyê bû, lê mala wî li Hewlêrê bû.
Heta niha nayê zanîn ew karmendê Wezareta Pêşmerge çima û ji aliyê kê ve hatiye kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin