PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji ber teqîna du mayinan li ser rêya M4 leşkerekî Tirk hat kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
SOHRê ragihand ku du mayin bi karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk de li ser rêya M4 li nêzî gundê Mihembel ê deşta Roc a rojavayê Idlibê teqiyan.
Hat diyarkirin ku di encamê de gelek leşkerên Tirk birîndar bûne û agahiya kuştina leşkerî heye.
Li gorî zanyariyan gelek karwanên leşkerî yên girêdayî Cebhe El-Weteniye û çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam berê xwe dane rêya Heleb-Lazîqiyê ango cihê ku leşkerên artêşa Tirk lê hatine armanc kirin. Herwiha artêşa Tirkiyê jî li herêmê bi dest bi operasyonekê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin