Heta niha 84 hezar û 163 kes bi koronayê ketin û 52 hezar û 496 kes jî bas bûn

Heta niha 84 hezar û 163 kes bi koronayê ketin û 52 hezar û 496 kes jî bas bûn

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 21 kesên ji ber nexweşiya koronayê mirine û 787 kesên din jî pê ketine.

Di daxuyaniya îro Yekşemê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkerekirin ku ji 787 kesên nû yên pêketiyên koronayê 296 kes li Hewlêrê, 204 kes li Silêmaniyê, 221 kes li Duhokê û 20 kes li Helebceyê, 37 kes li Germiyanê, 9 kes li Raperînê ne.

 21 kesên ji ber heman nexweşiyê Covid-19 can dane jî 6 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyan ne.

Herwiha di nav 24 saetên borî de, 424 nexweşên koronayê baş bûne û çûne malên xwe.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 84 hezar û 163 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 658 kes û heta niha 52 hezar û 496 kes jî ji nexweşiyê rizgar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin