PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood di salvegera 7emîn a Komkujiiya Şingalê de got, hîn Şingal di bin destê Heşda Şeibî û PKKê de ye.
Joey Hood di çarçoveya beşdariya di vîdyokonferansekê bi boneya salvegera komkujiya Şingalê de ragihand, Şingal hîn di bin destê Heşda Şeibî û PKKê de ye û di vê rewşê de jî ti koçberek naxwaze vegere ser cih û warê xwe.
Berpirsê Amerîkî diyar kir: “Her dema hêzên ewlehiyê yên xwecihî li Şingalê hatin avakirin, Amerîka amade ye wan rahênan bikin, lê em nikarin wan hêzan pêk ava bikin û divê Hikûmeta Iraqê ya Navendî wî karî bike.”
Îro salvegera Komkujiya Êzidiyên Şengalê ye!
Parlamentoya Kurdistanê ji bo salvegera Komkujiya Şengalê peyamek belav kir
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin