PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dîzeyî got têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistana qut nebûn û wiha dewam kir: "Dema ku pirsgirêk hebûn jî Tirkiyeyê deriyên xwe yên sînor û waneyên petrolê negirt. Ev ji bo me kêfxweşî ye."
Dîzayî destnîşan kir, pêkan e ku hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û mizakereyê çareser bibin û diyar kir, ew hêvî dike ku ziyareta Serokwezîrê Herêma Kurdistana Nêçîrvan Barzanî ya li ser deweta Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê kir, bibe wesîleya xurtbûna têkiliyên herdu aliyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin