Li ber eskerên Fransî kemîn: Herî kêm 9 kustî

Li ber eskerên Fransî kemîn: Herî kêm 9 kustî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Maliya welatê Afrîkayê li hember eskerên Fransî kemîn hat danîn û li gor agahiyên pêşî 2 kes ji wan esker bi tevahî 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku li hember hêzên eskerî yên Artêşa Fransayê ku li Maliya welatê Afrîkayê peywirdar in êrîşeke bi wasiteya bombekirî hatiye kirin û li gor agahiyên pêşî 2 kes ji wan esker bi tevahî 9 kesan jiyana xwe ji dest da û hin kesên din birîndar jî hene.

Li bajarê Gaoya Maliyê li hember eskerên Fransî ku tevlî eskerên Maliyê dewriye digerandin êrîşeke bi wasiteya bombekirî pêk hat û herwiha hat diyar kirin ku piştî erîşê pevçûnên dijwar diqewimin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin