PeyamaKurd – Hikûmeta Japonê di çarçoveya Bernameya Niştecihkirinê ya Neteweyên Yekbûyî de ji bo avadankirina Şingalê 3,6 milyon dolar pêşkeş kir.
Bernameya Niştecihkirinê ya Netewên Yekbûyî (NY) ragihand, bi rêya nûjenkirina jêrxaneya aborî û pêkanîna cihên niştecihbûnê, alîkariya dûbare avadankirina navçeyên ziyandîtiyên destê DAIŞê dikin.
Balyozê Japonê li Iraqê Haşîmoto Nawfomî ragihand, hikûmeta Japonê biryar daye 41 milyon dolar alîkariyeke din a darayî ji bo avadankirina navçeyên ziyandîtî li Iraqê, terxan bike bi wê projeya ku bo Şingalê hatiye ragihandin.
Balyozê Japonê diyar kir, alîkariya darayî ya hikûmeta Japonê ji bo avadankirina navçeyên ziyandîtî li Iraqê, ji sala 2014an ve, gihîştiye 540 milyon dolaran.
Şingal 3yê Tebaxa 2014an ji aliyê rêxistina terorîst DAIŞê ve hatibû dagirkirin û wêrankirin ku bi hezaran Kurdên êzidî jî hatibûn kuştin û revandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin