PeyamaKurd- Li welatê Nîjerya Afrîkayê li eyaleta Benueyê li herêma Ûşongoyê êrîşekî çekdarî pêkhat û di encamê de 14 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Kesên ku êrîş kirine nasnameya wan diyar nîne.
Li bakûrê Nîjeryayê kesên ku terş û tareş xwedî dikin û yên ku cotyarî dikin di navbera wan gelek caran şer û pevçûn dertên. Fûlaniyên ajalvan bo ajalên xwe biçêrînin koçî başûrê welat kirine û dibêjin ku cotyar gelek caran ajalên wan didizin û êrîşê wan dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin