VIDEO | Di navbera HSD, rejîm û SMO de serekî dijwar çêbû

VIDEO | Di navbera HSD, rejîm û SMO de serekî dijwar çêbû

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) di navbera Til Temir û Serêkaniyê de, di navbera çekdarên girêdayî Tirkiyê yên bi navê SMO bi piştgiriya balafirên keşfê yên Tirkiyê de êrîş li ser şervanên HSDê û hêzên rejîma Sûriyê hat kirin.

Hat ragihandin ku di şerê dijwar ê rû daye de herî kêm 20 kuştî hene û hejmarek zêde jî çekdar birîndar bûne. Herwiha li ser medya civakî koma cîhadî ya Sultan Murad a girêdayî Tirkiyê dîmenên girtina leşkerên Sûriyê belav kir ku tê gotin, derdora Til Temirê ye.

SHORê ragihand ku komên girêdayî SMOyê yên cîhadî bi piştgiriya çekên giran û bombardimana Tirkiyê êrîşên xwe li deverên El Arişa, Bab El Kahir û Um Oşbah zêde kirine.

SOHRê ragihand ku di şer û pevçûnan de ji hêzên rejîma Sûriyê 7 leşker hatine kuştin û 14 jî birîndar bûne. Herwiha 4 çekdarên SMO jî hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin