Artêsa Lîbyayê li ser Wagnerê: “Ketin nav tevgerê”

Artêsa Lîbyayê li ser Wagnerê: “Ketin nav tevgerê”

PeyamaKurd- Artêşa Lîbyayê ya ku di nav dewletî de rewa tê qebûlkirin ragihand ku leşkerên Rûsyayê yên Wagnerê ku bi pere leşkeriyê dikin û bi pere diçin şeran, niha di seffên Hafter de şer dikin û tevgerên wan ber bi bajarên Cufrayê û Sirteyê tên dîtin. Artêşa Libyayê di ser hesabê xwe yê facebookê de ragihand ku Wagnerên bi ser Hafter ve, bi 4 kamyon, 2 alavên muhîmmatê û 21 alavan bi konwoyekî ji Cûfrayê ber bi Sirte ve ketine rê. Di beyanê de, wêneyên li Sirteyê jî hatin belavkirin û artêşa Lîbyayê weha got:

“Wêne nîşan didin, Hafterê ku ji Wagnerê destekê distîne, mîlîsên Hafter li Wadiya Sirte-Cûfrayê xendeqan û astengên ji axê çêdikin.”

Bariyerên an astengên ku tên çêkirin, nîşan didin ku Wagner û Hafter ditirsin ku artêşa Lîbyayê bi ser wan de here.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin