PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, di şerê 48 saetên dawî de yê li bejahiya Sûriyê (Badiya) di navbera hêzên rejîma Şamê û çekdarên DAIŞê de, herî kêm 50 kes ji herdu aliyan hatin kuştin.
SOHRê diyar kir ku li bejahiya Sûriyê, li sêkoşiya Hema, Heleb û Reqayê şerê giran di navbera hêzên rejîmê û çekdarên DAIŞê de qewimî.
Li gorî SOHRê di şerê li bejahiya Resqafa ya başûrê Reqayê de 8 leşkerên hêzên hikumeta Sûriyê, li bejahiya rojavayê Dêrazorê 3 leşkerên rejime û 17 çekdarên DAIŞê de hatin kuştin.
SOHRê herwiha daye xuyakirin, tenê di 3 rojên meha Cotmehê de 11 leşkerên rejîmê û 7 çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin