Holanda û Brîtanyayê ji bo hêzên Pêsmerge pêsniyarek li Wezareta Pêsmerge kirin

Holanda û Brîtanyayê ji bo hêzên Pêsmerge pêsniyarek li Wezareta Pêsmerge kirin

PeyamaKurd - Şêwirmendê Leşkerî li Konsolxaneya Hollandayê li Herêma Kurdistanê Kolonêl Jan Ten Hove ragihand, ew proseya çaksaziyê di nava hêzên Pêşmerge de dişopînin û got, wan pêşniyarek pêşkêşî yekîneyên 70 û 80 ên Wezareta Pêşmerge kiriye û eger ev pêşniyar bi ser bikeve dê piraniya kêşeyên Pêşmerge werin çareserkirin.

Şêwirmendê Leşkerî li Konsolxaneya Hollandayê li Herêma Kurdistanê Kolonêl Jan Ten Hove  ji K24ê re daye xuyakirin: “Em bi hevahengiya bi Birîtanyayê re di proseya çaksaziya Pêşmerge de kar dikin. Me bingeheke hevbeş ji bo çavdêrîkirina proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmerge damezrand.”

Hove destnîşan kir: “Me pêşniyarek pêşkêşî yekîneyên 70 û 80 û her du aliyên siyasî kiriye, da ku nîqaş bikin û erê bikin. Eger ew pêşniyar were erêkirin û bi ser bikeve, dê piraniya pirsgirêkên Pêşmerge dê çareser bibin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin