Bakirhan: Em Tevgera Komara Demokratîk didin destpêkirin

Bakirhan: Em Tevgera Komara Demokratîk didin destpêkirin

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan di Kongreya 5an a Asayî ya partiya xwe de axivî.

Bakirhan diyar kir ku ew ji îro pê ve Tevgera Komara Demokratîk didin destpêkê û bi hemû kadroyên xwe ve talibê birêvebirina Tirkiyeyê ne.

Bakirhan bal kişand ser wê yekê ku di sedsala borî de gelek ceribandinên sîstematîk hatine kirin lê ev "cilê teng" li civakê nehatiye û divê êdî di nava aştî û wekheviyê de sedsaleke nû bê avakirin.

Bakırhan rexne li kêmasiyên xwe yên aloziyên herêmî girt û destnîşan kir ku ew ê bi xeta "Rêya Sêyemîn" siyaseteke serbixwe bimeşînin.

Bakirhan bang li hemû kesî kir ku ji bo edalet, aboriyeke pak, mafên bingehîn û çareseriya pirsgirêka kurd dest bidin hev û da zanîn, ew ê bi tevlîbûna 86 milyonî pêşeroja welêt ji nû ve binivîsin.