PeyamaKurd – Li welatê Çînê li payîtext Pekinê balafirekî biçûk ji ser rêya xwe (rota) derket û li apartmanekî 108 qatî ket. Perçên balafirê ketin jêr xesarê da hinek alavan.
Apartmana 108 qatî ya CITIC Tower bi sedema tedbîrê tehliye kirin ji ber ku li ber apartmanê şewatekî biçûk derket.
Çapemeniya Çînê ragihand ku balafir ji balafirgeha Shifosi bi hewa ketibû û tîpa wê Sunward SA 60L Aurora ye. Di nava balafirê de tenê pîlot hebûye.
Hat gotin ku seet di 17.40an de balafir xwe amade kiriye ku dagere balafirgehê lê bi balafirê re pêwendî hatiye birîn.