PeyamaKurd - Wezareta Bergiriya Rûsyayê ragihand ku li herêma Murmansk balafireke leşkerî ya bombardimanê bi cureya Tu-22M3 ketiye.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku balafira bombardimanê ya Tu-22M3 tema firîneke plankirî ji ber firtoneya berfê neçarî daketineke tund bûye û ketiye.
Wezaretê ragihand ku ji 4 kesên nava balafirê 2yan jiyana xwe ji dest dane û 2 jî birînên wan xedar in ku ew bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin