PeyamaKurd - Balafireke rêwiyan li nêzî Cûbayê, paytexta Sûdana Başûr, ket xwarê û 14 kes mirin.
Desteya Hewayî ya Sivîl a Sûdana Başûr ragihand ku balafireke rêwiyan a Cessna li nêzî Cûbayê ket xwarê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 13 rêwî û pîlotê di balafirê de mirine.
Li gorî encamên destpêkê, dibe ku qeza ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş ên ku dîtinê kêm kirine çêbûbe. Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku du ji rêwiyan welatiyên Kenyayê bûn, yên din jî Sûdana Başûr bûn.