Balafirên Alman û Îngîlîzan ber li sê balafirên Rûsyayê girtin

Balafirên Alman û Îngîlîzan ber li sê balafirên Rûsyayê girtin

PeyamaKurd – Balafirên şer yên Almanya û Îngîltere 3 balafirên Rûsyayê ku xwestin bikevin seha hewayî ya NATO yê, ber li wan girtin. Di nav balafirên Rûsya de, 2 ji wan yên şerin û yek ji wan ya casûsiyê ye.

Li gor ragihandina hêzên hewayî yên aîdê qraliyeta Îngîltere (RAF) gotiye ku balafirên aîdê hêzên hewayî yên Almanya, balafirên jet yên "Eurofigther Typhoon" û jetên Îngîltere, bi hevre li Kendava Fînlandiyayê, li ser derya Baltikê, ber li 2 balafirên şer û balafirekî casûs yên Rûsyayê girtine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin