Balafirên Amerîkayê êrîsî DAISiyên li Çiyayên Golisê kirin

Balafirên Amerîkayê êrîsî DAISiyên li Çiyayên Golisê kirin

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Amerîkayê li dijî terorîstên DAIŞê yên li Çiyayên Golisê yên welatê Somaliyê êrîşeke esmanî pêkanîn.

Fermandariya Afrîka ya Artêşa Amerîkayê (AFRICOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên DAIŞê yên li Çiyayên Golisê yên herêma Somaliland a li bakurê Somaliyê bûn armanca êrîşa esmanî ya balafirên Amerîkayê.

Hat diyarkirin ku êrîş bi kordînasyona hikûmeta Mogadişuyê hatiye kirin û herî kêm serkirdeyekî DAIŞê di êrîşê de hatiye kuştin.

AFRICOMê da zanîn ku ti windahiyên sivîl di wê êrîşê de çênebûne.

Li herêma Çiyayên Golisê DAIŞ xwedî hêzekê ye ku li wir çalakiyên xwe didomîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin