PeyamaKurd – Êrîşên balafirên Îsraîlê yên ser Îranê dewam dikin û îro di hedefa balafiran de, balafirgeha Mehrabadê ya Îranê hebû. Piştî êrîşê li balafirgehê xesarekî mezin çêbû û wêneyên hatin belavkirin dereca zerara li balafirgehê nîşan didin.
Balafirgeha Merhabadê ji bo çûn û hatina navdewletî û nava Îranê gelek girînge û gihandina di nava welat de jî di ser vê balafirgehê tête kirin.