PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser axa Sûriyê berdewam dike û di nav 48 saetên dawî de gelek deverên li başûrê welat, bi taybetî Siwêda û Quneytîrayê, kirin armanc.
Li gorî çavkaniyên herêmê li parêzgeha Siwêdayê, balafirên şer mala welatiyekî bi navê Husam El Şair bombebaran kirin û di encamê de ziyanên mezin ên madî gihîştin avahiyê. Herwiha hate ragihandin ku balafirên şer herêma Selxedê ya li gundewarê başûrê Siwêdayê jî bombebaran kirine, lê heta niha derbarê ziyanên canî de agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Ev êrîş di demekê de pêk tên ku rageşiya li ser sînor her ku diçe zêdetir dibe û çalakiyên asmanî yên li herêmê zêde bûne.
Li gorî zanyariyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên Îsraîlê bi obîsan daristanên devera Kodnayê û herêma Tel Ehmer Şerqî ya li gundewarê Quneytîrayê topbaran kirin. Hate diyarkirin ku di 1ê Gulanê de jî artêşa Îsraîlê rojavayê bendava Mentera ya stratejîk kiribû armanc. Di encama van topbaranan de zirarên mezin gihîştine zeviyên çandiniyê yên gundiyan û binesaziya herêmê. Îsraîl bi van êrîşan hewl dide tevgera li ser sînorê xwe yê bakur kontrol bike û pêşî li her cure gefan bigire.