PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer ên Rûsyayê li başûrê Idlibê derdora xaleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê bombebaran kir.
Li gorî ragihandina çavkaniyan, Rûsya di nav hefteyekê ev cara duyem e herêmên agirbesta Rûs-Tirk bombebaran dike.
Hat zanîn ku balafirên rûsî bi moşekên termobarik 3 êrîşên asmanî li nêzîkî xala leşkerî ya Tirk a li Cebel el Zawiyê pêk anîne.
Hêjayî gotinê ye, Rûsya dixwaze Tirkiye komên çekdarên ku wekî terorîst bi nav de ji herêmê bêne derxistin û dixwaze Tirkiye soza ku daye bicih werîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin