Banga 'aboriya şer' li Almanyayê!

Banga 'aboriya şer' li Almanyayê!

PeyamaKurd - Serokê Komeleya Artêşa Alman Andre Wüstner, bal kişand ser îhtîmala pevçûnek bi Rûsyayê re û banga lezandina hilberînê di pîşesaziya parastinê de kir "ji bo veguheztina cureyek aboriya şer".

Serokê Komeleya Artêşê (BundeswehrVerband) Andre Wüstner ku nûnertiya endamên artêşa Alman dike, got ku gefa Rûsyayê her roj zêde dibe û banga lezandina veberhênanên leşkerî kir.

Li gorî DW, Wüstner diyar kir ku di rewşa zêdebûna aloziyê de, divê kapasîteya pîşesaziya parastinê were zêdekirin û hilberîn were veguheztin û divê amadekarî ji bo "cureyek aboriya şer" werin kirin da ku bikaribin bersivê bidin.

Ajansên îstîxbaratê û nûnerên leşkerî li Almanyayê texmîn dikin ku Rûsya wê ji sala 2029an û pê ve amade be ku êrîşî welatekî endamê NATOyê bike.

Li gorî Wüstner, bendewariya ku Moskow berî sê salan ji bo pevçûnek wisa amade nebe "tenê xeyalek xeyalî" ye.

Wüstner di hevpeyvînekê de bi rojnameya aborî Handelsblatt re bal kişand ser pevçûnek muhtemel di navbera Rûsya û NATOyê de û got, "Xetere jixwe heye û her roj mezin dibe."