Baqirî: Wê du encamên êrîsa Îsraîlê hebin!

Baqirî: Wê du encamên êrîsa Îsraîlê hebin!

PeyamaKurd – Wekîlê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Baqirî, li ser mijara sûîqesta Îsmaîl Heniye li Tehranê ragihand ku wê du encamên wê êrîşê hebin û dê Îran teqez bersivê bide.

Di daxuyaniya nivîskî de hatiye gotin ku Baqirî di pêwendiya telefonê ya ligel Wezîrê Derve yê Pakistanê Muhammed İshak Dar de gotiye, wê du encamên sûîqesta Heniye hebin û diyar kiriye, êrîşên Îsraîlê êdî Yemen, Lubnan û Tehran jî dane ber xwe.

Baqirî daye zanîn ku Îsraîlê ‘hêla mezin a sor’ derbas kiriye û encama yekem, wê teqez bersiva Îranê hebe, ya duyem jî wê çalakiyên Îsraîlê yên têkdana îstiqrar û ewlehiya herêmê zêdetir bibin.

Herwiha Baqirî, bang li civaka Îslamî kir ku bêdeng nemînin û ji welatên Îslamî li dijî êrîşên Îsraîlê daxwaza civîneke awarte kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin