Baran bû sedema mirina 76 kesan

Baran bû sedema mirina 76 kesan

PeyamaKurd – Li seranserê Pakistanê barana zêde bariya û jiyana xelkê xist xeterê hetta bû sedema mirina 76 kesan. Li Karaçiyê 6 kes mirin û bi sedema qezayên ji ber baranê 14 kes mirin. Ji 6 kesan 3 kes bi elektrîkê û 3 kes jî bi sedema roxandina xanî mirin. Li eyaleta Belûcistanê bi sedema lehiyê 670 xanî û 12 bendav zerarê dîtine.

Baran ji 5 ê tîrmehê heya niha dewam dike û jimara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 76 kes. Li Belûcistanê 49, li Gilgit-Baltistanê 5 kes, Weziristan a Bakûr 4, li Rawalpindî û Gujranwala 4 kes û li Karaçiyê 8 kes mirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin