Li Kongoyê nexwesînekî ku nayê zanîn, bû sedema mirina 143 kesan

Li Kongoyê nexwesînekî ku nayê zanîn, bû sedema mirina 143 kesan

PeyamaKurd – Li Komara Kongo ya Demokratîk, li eyaleta Kwangoyê nexweşînekî ku nayê zanîn bê çiye, di nav 2 heftan de bû sedema mirina 143 kesan.

Nîşanên nexweşînê; bilindbûna agirê laşê mirov, serêş, kuxik û anemî ne. Rayedar bang dikin û dixwazin ku tedbîrên wekî wexta Kovid-19ê bên girtin.

Wezareta tenduristiyê ya eyaleta Kwangoyê ragihand ku nexweşîna nayê zanîn bê çiye, li eyaleta wan li bajarokê Panziyê belav bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin