Ben Gvir ji hikûmeta Îsraîlê îstifa kir
PeyamaKurd – Wezîrê Ewlekariya Niştimanî yê Îsraîlê Itamar Ben Gvir, ragihand ku ew agirbesta Xezeyê ya pevguhertina dîlan napejirînê û dê îro karvekêşana xwe ji hikûmetê ragihîne.
Ben Gvir, îro Yekşemê piştî destpêkirina agirbestê jî wekî protestoya agirbestê îstifa kir, lê got ku ew hewla hilweşîna hikûmetê nade.
Gvir ji medya Îsraîlê re diyar kiriye, Netanyahû soza ku Serokerkanê Îsraîlê Herzî Halevî ji kar bigre daye, lê hîn bicih neaniye. Li aliyê din ofîsa Serokwezîr Netanyahû jî ragihand ku ti sozeke bi wî awayî bo Ben Gvir nehatiye dayîn.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.